Festîvala Fîlman a Sunflower mêvandariya fîlmên Kurdî dike

Festîvala Fîlman a Sunflower mêvandariya fîlmên Kurdî dike

PeyamaKurd Festîvala Fîlman a Sunflower ku li Fînlandiyayê tê lidarxistin mêvandariya fîlmên Kurdî dike.

Festîvala ku îsal bi diruşmeya “Kultur, Aştî û Xweza” bo cara yekem tê organîzekirin, bi fîlma “Hiwa” ya derhênera Kurd Mojgan Kawîsî destpê kir. Kurtefîlma Kurdî "Hiwa" bi jêrnivîsa îngilîzî hat pêşandan. Fîlma ku 15 xulek e behsa jiyana mamosteyekî Kurd dike, ku xema windabûna zimanê Kurdî ye.

Fîlmê din ê ku di festîvalê de tê nîşandan “Balora” ye. Fîlm navê xwe ji Meqamê strana Kurdî ya kevin Balora girtiye ku ji aliyê jinên Kurd ve hatiye gotin. Derhêneriya fîlmê Abdolghader Xaledî kiriye.

Rêvebirê Festîvalê Resûl Xuram got, “Di festîvalê de 20 fîlmên kurt û dirêj ên bi zimanên Kurdî, Farisî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Swêdî tên nîşandan. Herwiha wê rêze panelên ku dê rexnegirên sînemayê bên çêkirin jî hebin. Festîval wê her sal bi piştgiriya Muzexaneya Civaka Helena bê lidarxistin.”

Fîlmên din ên ku di festîvala ku wê di navbera 23-24ê Gulanê de berdewam bike de bên nîşandan û navên derhênerên wan jî wiha ne:

-Hengaw Binên (Gavê Biavêjin)– Mazin Şerbeyanî/Aryan Salih

-7 Semfoniya Zagrosê – Perwîz Rustemî

-Nerm Wek Kanza (Soft Like Metal) – Seywan Sediyan

-Nêrgiza Pêncemîn – Serkewt Nikdl

-Mîrkut – Sedat Kiran

 
Ev nivîs 210697 car hatiye xwendin.