Festîvala Xweza û Çandê ya Çewligê bi hinceta ku 'cih nîne' hate redkirin

Festîvala Xweza û Çandê ya Çewligê bi hinceta ku 'cih nîne' hate redkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji bo Festîvala Xweza û Çandê ya ku dê li navçeya Gêxî ya bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê 12-13ê Tebaxa 2023yan bihata kirin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve destûr nehatiye dayîn.

Hate zanîn ku sazkirina festîvalê bi hinceta ku “belgeyên daxwaznameyê kêm in û cihê ku festival lê were sazkirin nîne” ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye redkirin.

Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê (KİDEB) daxwaz kiribû, di 12-13ê Tebaxê de festîvalekê saz bike û ji bo wergirtina destûrê serî li qeymeqamtiyê dabû, lê Qeymeqamtiya Gêxiyê bi hinceta ku belge kêm in û cihê festival lê bê kirin nîne destûra sazkirina festîvalê nedaye.

Hate diyarkirin ku 15ê Hezîranê Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê bi belgeyeke nivîskî serî li qeymeqamtiyê daye û wê demê qeymeqam erênî nêzîkî daxwaza wan bûye, lê 18ê Tîrmehê jî bi awayekî nivîskî qeymeqamiyê bersiva wê daxwazê daye û gotiye, ‘belge kêm in û cihê festîval lê were sazkirin nîne’ û daxwaz hatiye redkirin.

Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê bi daxuyaniyekê daye xuyakirin ku biryara qedexeyê siyasî ye.

Ev nivîs 210701 car hatiye xwendin.