Festîwala Fîlman ya ‘Portakala Zêrîn ya Antalya’ betal kirin

Festîwala Fîlman ya ‘Portakala Zêrîn ya Antalya’ betal kirin

PeyamaKurd – Li ser sansurkirina fîlma bi navê 'Kanun Hükmü' piştî wê, Festîwala Fîlman ya Portakala Zêrîn ya Antalya betal kirin. Fîlmê navborî ji bernama festîwalê derxistin. Şaredarê Antalya ya mezin yê Antalya Muhittin Böcek mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand. Böcek weha got:

“Hêjayên hezkiroxê cînemayê, hemşehriyên bi rûmet;

Em weka şaredariya Antalya ya mezin festîwalê digerînin, bi salan me meydanê pê dagirtiye, marka bajarê me û welatê me, fastîwala fîlman di 7-14ê Cotmehê de ku li Antalya çêdibe, di derveyê îrada me de, bi sedema jorê me festîwalê betal kiriye.

Sûcên ku ji bo fîlma navborî û ji bo me tên gotin, ez temamên wan îsnadan ji bo muxatabên wan vedigerînim.

Bi rêz ji bo raya giştî re radigihînim.”

Ev nivîs 210678 car hatiye xwendin.