Fîlmê 'Şoreşa Jîna Emînî' hate çêkirin

Fîlmê 'Şoreşa Jîna Emînî' hate çêkirin

PeyamaKurd – Li ser protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsê ehlaqê yê Îranê kurtefîlmek bi navê "Deng Hilat" ji alyiyê Firya Yûnis û Hawar Faris ve hate kişandin.

Senarîstê fîlm Firya Yûnis ji K24ê re gotiye: “Ev fîlm çîroka du qurbaniyên şoreşa Jîna vedibêje, ku di dema şoreşê de dixwazin sirûdekê ji bo şoreşgeran binivîsin, lê belê têne desteserkirin û li zindanê îşkence dibînin û destdirêjî li wan tê kirin, piştî demekê dikarin ji Îranê derkevin û sirûda xwe li welatekî din binivîsin.”

Yûnis dide zanîn, di fîlmê de hunermend Nîkwan Qadirî, Dilniya Weysî, Emîr Siracedîn, Dilniya Lutfî û Hawar Faris lîstine û bi sponsoriya rêxistina "Pêşrewên Baweriyê" hatiye berhemanîn.

Mihemed Salih Kerîm, Kurmanc Hoşyar û Horîn Yûnis alîkarên derhênerê fîlmê in ku muzîka wê Nîkwan Qadirî û Arya Ehmedî çêkirine.

Dê promoya kurtefîlmê ‘Deng Hilat’ di demeke nêz de were belavkirin.

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ye û roja 13ê Îlona 2022yan, bi hinceta ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye, li Tehranê ji aliyê polîsên ehlaqê ve hatibû binçavkirin û piştî du demjimêran bo nexweşxaneyê hatibû birin.

Jîna Emînî roja 16ê mehê li nexweşxaneyê ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da û piştre jî protesyan ‘Şoreşa Jînayê’ li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.

Ev nivîs 210696 car hatiye xwendin.