Hevjîna hunermendê Kurd Hesen Zîrek Rabîa Xanim koça dawî kir

Hevjîna hunermendê Kurd Hesen Zîrek Rabîa Xanim koça dawî kir

PeyamaKurd – Hevjîna hunermendê mezin yê Kurmanciya jêrîn ya Hesen Zîrek, Rabîa Xanim di 78 saliya xwe de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku sedema wefata Rabîa Xanim ji xwînbûna mîdê ye. Rabîa Xanim hevjîna dawiyê ya Hesen Zîrek e. 11 sal bi Zîrek re jiya bû heya Zîrek koça dawî kiribû.

Rabîa Xanim sala borî li bajarê Silêmaniyê bi sedema wefata salvegera 50em ya Hesen Zîrek tevlî bîranînê bû bû.

Hesen Zîrek bi navê din Hesen Abdullah di sala 1921an de li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê li gundê Hermele hatiye dinê. Bi sedema çalakbûna wî mexlesa ‘Zîrek’ danê. Di 11 saliya wî de bav dimre û malbat koçî bajarê Seqizê dike.

Zîrfek bi taybetî bi zaravayê Kurdimanciya Jêrîn stranan gotiye. Gelek jî stranan çêkiriye û stranên wî bi dirêjbûna xwe navdarin. Piştî salên 1950an li Bexdayê têkiliya wî û muzîkê destpêdike. Di sala 1953an de bi Elî Merdan re li Radyoya Bexdayê dixebite.

Di sala 1958an de dadigere Rojhilat û di radyo ya Tehran û Kirmanşahê de kilamên Kurmancî dibêje. Bi Hesen Cizîrî re di Radyoya Kirmaşanê de kilaman dibêje. Tê gotin ku li dora 500 kilaman gotiye.

Kilama ‘Ey Niştîman’ ya ji bo komara Kurdistanê çêkiriye bi nav û denge.

Ev nivîs 210703 car hatiye xwendin.