Hollywood û Netflixê ji bo li Keleha Zêrzevanê fîlman bikêşin serî li Tirkiyeyê dan

Hollywood û Netflixê ji bo li Keleha Zêrzevanê fîlman bikêşin serî li Tirkiyeyê dan

PeyamaKurd Serokê Xebatên Kolîna Keleha Zêrzevan û Perestgeha Mîtrasê Kolyarnas Aytaç Coşkun diyar kiriye, di demên dawîn de Kompaniyên Fîlman ên Hollywoodê û Netflixê ji bo kêşana fîlman serî li Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê dane.

Li gor Serokê Xebatên Kolîna Keleha Zêrzevan û Perestgeha Mîtrasê Kolyarnas û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun ji K24ê re eşkere kiriye, di demên dawîn de Kompaniyên Fîlman ên Hollywoodê û Netflixê ji bo kêşana fîlman serî li Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê dane.

Aytaç Coşkun destnîşan kiriye, niha 3 serîlêdan hene û hîn biryara dawî nehatiye dayîn û gotiye: “Ji bo ku li Keleha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê sînema an jî belgefîlm werin kêşan ji kompaniyên fîlman ên Hollywoodê û Netflixê 3 serîlêdan bo Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê hatine kirin û hîn jî serîlêdan tên nirxandin.”

Coşkun herwiha destnîşan kiriye: “Em niha xalek pêşwazîkirina mêvanan li kelehê çêdikin û em bawer dikin ku îsal hejmara geştiyaran  bibe 600-700 hezar û sala bê jî em pêşbînî dikin ku ev hijmara bibe 1 milyon.”

Ev nivîs 210696 car hatiye xwendin.