Hunermendê Kurd Beytocan, koça dawî kir

Hunermendê Kurd Beytocan, koça dawî kir

PeyamaKurd- Hunermendê Kurd ê navdar Beytocan, ji ber nexweşîna pençeşêrê ku demeke dirêj e dihat dermankirin, îro li Swêdê koça dawî kir.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Beytocan ê ku yek ji hunermendên Kurdên Bakur e û salên dirêj in li Ewropayê jiyana xwe berdewam dikir, ji ber nexweşîna pençeşêrê vê sibehê çû ser dilovaniyê.

Beytocan ê ku navê wî yê nasnameyê Beytullah Gunerî bû, di sala 1955an de li navçeya Farqînê ya ser bi Diyarbekirê ve ji dayîk bûye.

Hunermend Beytocan, di qada hunera Kurdî de xwedî nav dengekî zêde bû, dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî tê girtin û 15 sal di girtîgehê de dimîne.

Beytocan, di jiyana xwe ya hunerî de 4 albumên muzîkê derxistine û "Yan mirin Yan Diyarbekir", "Te Nadin Min" ji starên wî yên navdar in ku bûne wekî sembola hunera wî.

Hunermendê Kurd ê ku piştî salên 1990î derbasî Ewropayê bû, li Swêdê koça dawî kir û li gorî agahiyên ku ji aliyê malbata wî hatin ragihandin, dê li Swêdê were binaxkirin.

Ev nivîs 210692 car hatiye xwendin.