Hunermendê sînamayê yê bi nav û deng Tarik Akan li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermendê sînamayê yê bi nav û deng Tarik Akan li ser gora xwe hat bibîranîn

PeyamaKurd – Tarık Akan ê ku hunermendê sînama ya Tirkiyê bû û gelek caran bi Yılmaz Guney re dixebitî, ji terefê hevalên wî de li ser gora hat bibîranîn. Di nav serdanêrenêrên gora Tarık Akan de kurê wî Barış Zeki Üregül, Acun Günay, hunermend Melike Demirağ, Rutkay Aziz û hinek kesên din hebûn.

Di merasima ku li goristana Bakırköy hat kirin de Melike Demirağ û Rutkay Aziz axaftinên hezîn kirin û Akan bibîranîn. Melike Demirağ weha got:

“Em hê jî lê digerin û hunermendên weka wî kêmin. Gelek bîranînên min pê re hene. Min fîlmên gelek delal pê re çêkiriye. Di sala 1978an de min pê re fîlmê ‘Kerî’ (Sürü) çêkir. Ji bo min serbilindî bû. Em ji Tarık gelek hez dikin.”

Di fîlma Kerî de ku Tarık Akan serlehengê wê bû û Melike Demirağ jî serlehenga wê bû, gelek bi zahmetî ji navça Berwariya Sêrtê destpêdikir û heya metropola Tirkiyê dewam dikir. Sanaryo bi xwe ya Yılmaz Guney bû.

Ev nivîs 210686 car hatiye xwendin.