Hunermend Nuri Sesigüzel ê Rihayî jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Hunermendê gelêrî Nuri Sesigüzel ku ew bi xwe Kurde û ji navça Bîrecûka (Birecik) bajarê Rihaye, di 86 saliya xwe de koça dawî kir. Nuri Sesigüzel di serî de bi, Tirkî nizane û bi xwendinê hînî Tirkî dibe. Ji ber dengê wî xweşe û şiyana wî ya çêkirina kilamên Tirkî jî heye, bi ezmûnê dibe hunermendê radyoya Îstenbolê. Paşî Sesigüzel xwendina xwe nîvcû dihêle. Ragihandina wefata Sesigüzel ji aliyê keça wî Birgi Canberk Sesigüzel de hat ragihandin.
Sedema wefata hunermend weka ku gelek organên wî nedixebitîn an nexweş bûn hat ragihandin. Keça wî ragihandiye ku bavê wê siet di 02.45an de wefat kiriye, îro piştî li mizgefta Teşvikiye de limêja cenaze hat kirin li Goristana Büyükçekmece li cem jina wî defin kirinê.
Nuri Sesigüzel ji bilî hunermendiya kilaman hunera sînemayê jî dikir û di hinek fîlman de rol sitendibû. Gelek plak, kaset û kilamên eew bi xwe çêkirine hene.
Ev nivîs 210725 car hatiye xwendin.