Iraqê, berhema ji Asûriyan mayî ji Îtalyayê vegerand
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd dan, wan berhema xwe ya dîrokî ya serdema Asûriyan mayî, ji Îtalyayê vegerandiye Iraqê.
Ebdulletîf Reşîd, li ser mijarê li Bexdayê civîneke çapemeniyê da û diyar kir ku wan di serdana xwe ya Îtalyayê de berhema aîdê welatê xwe jî vegerandiye.
Reşîd, spasiya rayedarên Îtalyayê kir ku ji bo vegerandina berhema dîrokî ji bo Iraqê piştgirî dane wan û wiha got:
“Ew, abîdeyeke girîng e ku bi salan e li Îtalyayê maye. Me berhemên xwe yên dîrokî, car din parçe bi parçe vegerandin welêt. Em ê vê berhemê radestî Muzeya Neteweyî bikin. Em hêvîdar in ku hemû berhemên wenda û yên hatibûn dizîn, li welêt bên vegerandin û girîngî bi wan berhemên li vê derê jî bê dayîn. Hewildanên me yên ji bo egerandinê, dê berdewam bin.”
Beriya niha jî ji aliyê Wezareta Rewşenbîriya Iraqê ve hatibû daxuyandin ku di 6 Gulanê de Brîtanyalê bi armanca lêkolînê 6,000 berhemên ku di sala 1993yan de bi emanetî biribûn, li Iraqê vegerandine.
Ev nivîs 210697 car hatiye xwendin.