Keçên Rûsî bi dîlana Kurdî bi ser ketin!
PeyamaKurd - Di Olîmpiyada Baltîkê ya Semaya Cîhanê ku li Saint Petersburgê hate lidarxistin de, keçên Rûsî bi dîlana Kurdî pileya duyemîniyê bidest xistin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Dr. Daner Ebûbekir da xuyakirin, 8emîn Olîmpiyada Baltîkê ya Sema û Helperkeyê ji 19 heta 22 Cotmehê li bajarê Saint Petersburgê hate lidarxistin û tê beşdaran şêwazên semayên nûjen û kulturî yên neteweyên cuda pêşan dan.
Dr. Daner Ebûbekir got, “Zêdetirî 2500 semakar ji heşt welatên cîhanê beşdarî festîvalê bûn.”
Hate diyarkirin ku bihêztirîn semakar û stêrkên dansê yên rûsî û biyanî ji bo Olîmpîyadê hatibûn vexwendin ku dîlaneke Kurdî jî ya keçên Rûsî pileya duyemiyê bidest xist.
Ev nivîs 210690 car hatiye xwendin.