Keçeke Kurd xelata baştirîn keça aktor li Festîvala Bexdayê ya Şanoyê wergirt
PeyamaKurd - Di 6 emîn Festîvala Bexdayê ya ku li Îraqê bi rê ve çû de hunermenda Kurd Çawan Xelîl xelata baştirîn keça aktor a şanoyê bi rola di leystika “Jinbûn Giran e” wergirt û ev cara yekêm e ku keçeke Kurd vê xelatê werdigire.
Şanoya Jinbûn Giran e ji nivîsîn û derhênana Rizgar Feqî û aktoriya Çawan Xelîl e.
Çawa Xelîl daxuyandiye ku wergirtina vê xelatê wekî kiçekeke Helebceyî serketineke mezin e û da zanîn ku ew bi leystika Kurdî beşdarî vê mîhrîcana bûye û wê bi leystîna xwe azara jinbûnê di nav civaka Kurdî û tevahiya civakên Rojhilata Navîn de ji bo mêvan û amadebûyan berçav kiriye.
Aktora Kurd Çawa Xelîl xelata xwe pêşkêşî jênên Kurd û ciwanên ku li ser dikê aktoriyê dikin kir.
Ev nivîs 210692 car hatiye xwendin.