Koma Hunerê ya Neteweyî ya Kerkûkê wê li Romanyayê çanda bajêr bi pêş bixe
PeyamaKurd – Koma Hunerî ya Neteweyî ya Kerkûkê bi rêya Weqfa Şahî ya Danûstandina Çandî û Pêşveçûna Mirovî wê beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Romanyayê bibe.
Koma Hunerê ya Neteweyî ya Kerkûkê dê li Romanyayê çanda xwecihî ya civakên Kerkûkê bi cîhanê bide naskirin.
Koma Hunerî ya Neteweyî ya Kerkûkê bi rêya Weqfa Şahî ya Danûstandina Çandî û Pêşveçûna Mirovî wê beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Romanyayê bibe.
Koma hunerî ya navborî ku ji Kurd, Tirkmen, Ereb û Suryaniyan pêk tê, bi 3 tabloyên bi navê Biratî, Germiyan û Şivan beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Romanyayê dibe.
Nûnerê Koma Hunerê ya Niştimanî ya Kerkûkê Helo Cebarî jî got, “Tîma me dê beşdarî sê festîvalên cuda bibe û çalakiyên me yên li Romanyayê dê 14 rojan bidomin. Em ê li sê bajarên cuda yên Romanyayê xwepêşandanan li dar bixin."
Cebarî wiha berdewam kir:
“Ev koma xweşik a ku bi cil û bergên xwe yên dîlanê aştî û yekrêziya xelkê Kerkûkê tîne ziman, di hemû qonaxên Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kolanan de ku li Kerkûkê tê lidarxistin, roleke girîng lîst. Beriya niha di Festîvala Çand û Folklorê ya Navneteweyî ya li Romanyayê de bal kişandibû ser xwe.
Tevî ku ji ber ala Kurdistanê em hatin astengkirin jî, me bi israr di tevahiya festîvalê de ala Kurdistanê li ba kir. Di çalakiya yekem de me karî bi al û cil û bergên Kurdistanê çanda xwe bi welatên beşdar bidin naskirin. Çalakiyên me wê heta 16’ê Tebaxê li vî welatî bidomin.”
Ev nivîs 210694 car hatiye xwendin.Koma Hunerî ya Niştimanî ya Kerkûkê di sala 2008an de ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin. Kom ji 20 endaman pêk tê.