Koşka Cemîl Paşa bûye navenda berhem û belgeyên dîrokî

Koşka Cemîl Paşa bûye navenda berhem û belgeyên dîrokî

Peyama Kurd - Li Koşka Cemîl Paşa ku yek ji avahiyên dîrokî yên Amedê ye; gelek belge, wêneyên kevin û berhemên giranbuha tên pêşandan.

Li koşka 130 salî ya ku ji aliyê Şaredariya Parêzgeha Amedê ve wekî Muzexaneya Bajêr a Amedê tê bikaranîn, ji gelek aliyan ve dîroka bajêr radixe ber çavan.

Koşka Cemîl Paşa, yek ji wan avahiyên dîrokî ye ku di di navbera salên 1888 û 1902yan de ji aliyê Parêzgarê Yemenê Ekrem Cemîl Paşa yê Kurd ve hatiye avakirin. Li avahiya ku ji aliyê malbata Cemîl Paşa ve bê berdêl ji bo Şaredariya Parêzgeha Amedê hatiye bexşandin û wekî muzexane kar dike, gelek berhem û belgeyên li ser dîroka Amedê hene. 

Gerînendehê Muzexaneya Bajêr a Amedê Ercan Alpay got: “Xebatên me yên li vê muzexaneyê, hem li ser çanda Amedê ne hem jî li ser dîroka Amedê ne. Yek ji van xebatan jî lêkolîna çandên ne şênber in. Wek mînak, kevneşopiyên Amedê hene, kevneşopiyên me yên dîlanan hene ku ketine nav hêwanan û di nav 3 saetan de diqedin. Berê ev dîlan 3 şev û 3 roj bûn. Darika zavayî hebû, berbûrî hebûn, kevneşopiyên me li gorî şertên cîhanî wenda bûne. Niha jî em em wan çandên xwe derdixin holê û li Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê qeyd dikin.”

Ev bûkaniya ku bi hevrîşimê xas û tayên zêrîn hatiye nexişandin jî aîdê neviya Cemîl Paşa, Şermîn Xan e ku ji aliyê dirûnkarên navdar ên serdemê ve hatiye dirûtin. Berhemên xêzkariyê yên Şermîn Xan ku di serdema xwe de wekî şêwekara yekem a modayê jî tê naskirin, di wê demê de li Brîtanyayê bûne mînakên modayê û banû û keybanûyan ji xêzên wê cil û bergan li xwe kirine. Geştiyarên ku serdana muzexaneyê jî dikin, bi hînbûna van agahiyan dilxweş dibin.

Li Koşka Cemîl Paşa, 1445 berhem û belgeyên dîrokî tên pêşandan. Di demsalên havîn û biharê de heftane 1500 kes serdana vê qonaxê dikin. Niha jî hewil tê dayîn ku xebatên çandî yên ji bo Amedê zêdetir bên kirin.”

K24