Kurdistan | Li Germiyanê salane 4 Hezar ton birinc tê hilberandin

Kurdistan | Li Germiyanê salane 4 Hezar ton birinc tê hilberandin

PeyamaKurd -  Li devera Germiyan a Herêma Kurdistanê salane bi qasî 4 hezar ton birinc ji aliyê cotkaran ve tê hilberandin û li bazaran tê firotin.

Hat zanîn ku piştî ji ber kêmbûna avê du salan rê li ber çandina birinc li devera Germiyanê hatibû girtin, îsal careke din rê hatiye dayîn ku birinc li wê deverê bê çandin.

Salên borî ji ber kêmbûna avê û kêmbûna baranê destûr nedihat dayîn ku cotkar birinc biçînin, lê îsal careke din destûr hat dayîn û tê çaverêkirin berhemeke baş a birinc were wergirtin.

Li devera Germiyanê 100 cotkar çandina birinc li ser 2 hezar 800 donim erd dikin û tê pêşbînîkirin berhema birinc a deverê bigihîje 4 hezar tonan.

Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.