Kurdistan | Li Soran şûnwarekî dîrokî yê beriya Îslamê hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nehiya Diyana ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soran a Herêma Kurdistanê, devma xebatên projeyeke ava vexwarinê şûnwarekî dîrokî yê beriya Îslamê hat dîtin.
Rêveberê Şûnwarên Soranê Ebdulwehab Silêman ji medya Kurdistanê re eşkere kir, li gundê Sîtkanî yê Diyana ya Îdareya Serbixwe ya Soranê, di dema çêkirina projeyeke ava vexwarinê de, şûnwarekî beriya Îslamê hatiye dîtin, ku ji gozeyeke mezin û hestiyên mirovan pêk tê.
Ebdulwehab Silêman daye zanîn, li gor pişkinînên destpêkê, dîroka wan vedigere çaxa bronz a salên 3300 – 1200 a beriya Zayînê û niha li ser wan şûnwaran lêkolînên wan berdewam bikin.
Rêveberê Şûnwarên Soranê got ku hestiyên mirovan ji ber xebatên projeyê xerab bûne, lê hemû endamên cesteyê mane û weke ku mirovekî pêncî salî ye û berê wî ber bi rojhilat hatiye veşartin.
Ev nivîs 210709 car hatiye xwendin.