Li baxçeyên Hewselê şahiya Gastronomî tê lidarxistin
PeyamaKurd – Ji aliyê Navenda Înovasyonê ya Gastro ve li baxçeyên Hewselê yên di bin parastina UNESCOyê de ne, sibe 30yê Îlonê Şahiya Gastronomî tê lidarxistin.
Hate ragihandin ku şahî li binê Birca Bizinê û li pêş baxçeyên Hewselê roja Şemiyê di navbera demjimêr 15:30-18:30 de birêve diçe. Di şahiyê de ji bilî pêşandana berhemên xwemalî, hunermend Mehmet Atli jî konserekê pêşkeş dike.
Di şahiyê de Delegasyona Yekîtiya Ewropa û Odeya Pîşesazîyê ya Diyarbekirê (DTSO) ku organîzatorên Gastro Înovasyonê ne beşdariyê dikin.
Hemû xelekê Diyarbekirê ji bo şahiyê hatiye vexwendin.
Baxçeyên Hewselê di nav lîsteya mîrateya çandî ya cîhanê UNESCO de cî digirin.
Ev nivîs 210686 car hatiye xwendin.