Li Dara ya Mêrdînê bazareke dîroka wê digihe hezar salan hat dîtin

Li Dara ya Mêrdînê bazareke dîroka wê digihe hezar salan hat dîtin

PeyamaKurd – Li devera Dara ya dîrokî ku girêdayî bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye û dîroka wê digihe heta serdema Împaratoriya Romaya Rojhilat, bazareke dîrokî hate dîtin.

Heta niha di encama kolandinên li bajarê Darayê de ku berî 38 salan dest pê kirine hejmarek dêr, koşk, zindan, nekropol, coyên avê, topxane û gelek amûrên şer hatibûn derxistin.

Hate ragihandin ku niha jî bazareke ku zêdetirî 10 dikan û kargeh di nav de ne hatiye dîtin.

Rêvebirê Muzexaneya Mêrdînê û Serokê Kolandinê Abdulgani Tarkan ragihandiye: “Dara yek ji bajarê herî girîng ê herêmê ye. Piştî Amedê sûrên herî direj ê vî bajarî dîrokî ne. Sûrên wê 4 kîlometreyan dirêj in û 28 bircên wê hene. Bajarê dîrokî yê Darayê ji aliyê Anastasios ve di sala 507an de hatiye avakirin û wê demê 25 hezar leşkerên Romayê tê de diman ku bajarekî leşkerî ye.”

Darayê li deşta Mezopotamyayê li pala Çiyayê Turabdînê weke şûnwarekî leşkerî hatiye avakirin û di nav de, sarinc, avahiyên îdarî, depoyên çekan, pir û qadên jiyana sivîl cî digirin ku gihana heta îro.

Şûnwarnas Devrîm Hasan Menteşe jî daye xuyakirin: “Kolandinên niha ji bo derxistina dikanên li pêş Agorayê berdewam dikin. Me di 3 salên dawî de zêdetirî 10 dikan derxistin holê. Ji van dikanan û bazara Agorayê em dizanin ku Dara di sedsala 6emîn de navendeke girîng a bazirganiyê bûye.”

Li gorî dîroknasê Suryan Ebûl Ferec, Şahê Helenê Îskenderê Mezin û Şahê Persan Darius li wir şer kirine û Darius jî wir hatiye kuştin û lewma navê wê derê Dara maye.