Li Girê Mirazan yekem peykerê boyaxkirî û dirûvê rastî yê mirovan hatin dîtin

Li Girê Mirazan yekem peykerê boyaxkirî û dirûvê rastî yê mirovan hatin dîtin

PeyamaKurd -  Li Girê Mirazan (Gobeklitepe) ya li bajarê Riha ya Bakurê Kurdistanê ku xwedî dîroka 12 hezar salan e û wek cihê destpêka dîrokê tê qebûlkirin peykerekî boyaxkirî û peykerê diruvê rastîn ê mirovan hatin dîtin.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ragihandiye, li parêzgeha Rihayê di encama xebatên kolandinê yên li Girê Mirazan û Girê Keçlêyê de bemahiyên nû hatine dîtin û hatiye gotin, li Girê Mirazan ku ji dîroka mirovahiyê re ronahiyek e, li 9 cihan xebatên kolandinê yên şûnwarnasan berdewam dikin.

Wezaretê daye xuyakirin, herî dawî peykerên mirovan û ajelan hatine dîtin. Li Girê Mirazan di “Deriyê D”yê de peykerê berazekî ku ji kilsê hatiye çêkirin hatiye dîtin. Peyker bi rengên sor, spî û reş hatiye xemilandin ku tê wê wateyê ew peyker dibe yekem peykerê di dîroka mirovahiyê de hatiye boyaxkirin.

Dîsa li heman girî semboleke bi şiklê “H” hatiye dîtin ku wêneyên heyvê, du mar û rûyê sê mirovan li ser heye. Li Girê Keçlêyê jî peykerê mirovekî hatiye dîtin ku 2-3 metreyan bilind e û wekî kesek li ser çokan rûniştî be ye. Wekî peykerê kesekî mirî be parsû û hestiyên ser milên wî jî diyar in. Li derdora wî peykerî jî çend sênîkên ji kevir hatine çêkirin hebûn.

Ev nivîs 210692 car hatiye xwendin.