Li Herêma Kurdistanê 5 hezar cihên dîrokî hatine tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê 5 hezar cihên dîrokî hatine tomarkirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa eşkere kir, ji bilî avahiyên keleporî, tax û xaniyên şûnwarî, li Herêma Kurdistanê 5 hezar deverên şûnwarî hatine tomarkirin.

Keyfî Mistefa gotiye, em di destpêka wê yekê de ne ku em wan navçeyên şûnwarî diyar bikin ku ji bo mebesta geştyariyê girîng in û sûd jê tê dîtin.

Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê da zanîn, ew bi awayekî berdewam kar li ser parastina şûnwarên Herêma Kurdistanê dikin û got: “Em xwedî hejmarek pêgehên şûnwarî ne ku li ser asta cîhanê hatine nasîn, wek Keleha Hewlêrê, Şikefta Şaneder, Benda Cerwane û Xinis.”

Mistefa diyar kir, Keleha Hewlêrê bi fermî di lîsteya mîrata UNESCOyê de ye, herwiha ji bo tomarkirina cih û navçeyên din jî dixebitin û bibîr xist, salane bi dehan tîmên biyanî serdana navçeyên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser girîngiya xwedîderketina li şûnwarên dîrokî beriya niha dabû xuyakirin: “Şûnwarên dîrokî beşek ji sermayeya dîrokî û kultûrî ya welatê me ne û parastina wan erkekî me yê pêşîn e.”

Ev nivîs 210718 car hatiye xwendin.