Li Herêma Kurdistanê hejmara serayên çandiniyê tê zêdekirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê dê berhemanîna serayên plastîkî yên bo çandiniyê bê zêdekirin.
Şêwirmendê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Rizgar Hemed daye xuyakirin ku li Herêma Kurdistanê 30 hezar malên plastîk (sera) hene ku cotkar sebzeyên wek xiyar, zucîn, bacan û zêdeyî 600 hezar ton zebeş di wan de berhem tînin.
Rizgar Hemed gotiye ku ew serayên plastîk roleke baş di berhemanîna sebzeyan de bicih tînin, lewra ew dixwazin zêdetir bexçe bidin wan û bi alîkariya komeleya serayan dîsa mijûlî lêkolînkirina van xaniyan in bi awayekî zanistî û derfetên kar ji bo van derçûyan biafirîne.
Li gorî Berpirsê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, planek heye ji bo zêdekirina hejmara serayan û hêsankirina hemû mezûn û serlêderên ku dixwazin karê çandiniyê bikin bi rêya wan malên plastîkî.
Ev nivîs 210719 car hatiye xwendin.