Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî yên beriya zayînê 500 salan hatin dîtin

Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî yên beriya zayînê 500 salan hatin dîtin

PeyamaKurd - Di kolanên arkeolojîk ên Keleha Hewlêrê ya dîrokî de, parçeyên bi nivîsên bizmarî nivîsîn hatin dîtin

Di encama kolanên arkeolojîk ên 45 rojan ên Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk û Beşa Şûnwarî ya Keleha Hewlêrê gelek nivîsên bizmarî hatin dîtin.

Berpirsa Şûnwarnasiyê ya keleha Hewlêrê Hêja Zahir derbarê mijarê de ragihand, “Me parçeyên pir baş dîtin. Me avahiyên serdema Osmaniyan jî dîtin. Li ser parçeyan nivîsên bizmarî hene û bermahiyên herî girîng ên hatine dîtin e ku dîroka wan digihe 500 sal beriya zayînê û serdema Babîla Nû."

Birêvebirê Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk Georges Maumaris yek ji nivîsên bizmarî nîşanda û got: “Yek ji vedîtinên herî balkêş vedîtina parçeyek nivîsên bizmarî ye. Li Mezopotamyayê di vedîtinan de behsa Hewlêrê tê kirin lê ev cara yekem e ku parçeyek wiha li keleha Hewlêrê tê dîtin. Li ser vê parçeyê nivîs heye û dîroka wê vedigere hezar saliya duyemîn a beriya zayînê. Niha em hewl didin bizanibin bê ka behsa çi dikin. Lê belê ev parçeya yekem e ku li Hewlêrê hatiye dîtin, ku ji bo yekem demsala kolandina me gelek balkêş e. Em dizanin ku li dora keleha Hewlêrê dîwarekî me heye. Niha em tebeqeya duyemîn a dîwarê ku Kela Hewlêrê dorpêç kiriye û dîroka wê vedigere hezar sala yekem an duyemîn berî zayînê vedikolin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Keleha Hewlêrê herî dawî di sala 2015an de kolanên arkeolojîk hatibûn kirin û wê demê jî bermahiyên dîrokî hatibûn dîtin.

Ev nivîs 210693 car hatiye xwendin.