Li Kurdistanê goreke dîroka wê digihe 2 hezar salan hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tîmeke hevpar a arkeolojiyê ya li Soran û Zanîngeha Barcelonayê, gorek dîroka digihe 2 hezar sal berê li gundê Mawan ê devera Balekayetî dîtin.
Li gorî nûçeya K24ê rêveberê Rêveberiya Şûnwarî ya Soranê Ebdulwehab Silêman derbarê dîtina wê gora dîrokî de gotiye: “Ev yekem car e ku goreke wiha ku li Rêveberiya Şûnwariyê yê Soranê tê dîtin. Tê texmînkirin ku ew di destpêka hatina Xirîstiyantiyê û dawiya desthilatdariya Aşkaniyan de ye ku 1800 sal berê bû.”
Xwediyê erda ku ew gor lê hatiye dîtin Mam Osman jî daye zanîn: “Demek dirêj min bi cihê vê gora şûnwarî dizanî û heta ku xebatên tîma şûnwariyê dest pê kir, min ew hişt. Dema ku tîma Spanî û hevkarên wan hewl dan ku perçeyên tabûtê bidin hev, wan nîşaneke din jî keşf kirin.”
Li aliyê din Pispora Zanîngeha Barcelonayê Alicia Gluetz jî derbarê wê gorê de gotiye: “Li gorî çavkaniyên dîrokî, Aşkaniyan 2500 sal berê jiyane û heyama 475 salan li Rojhilata Navîn hikum kirine û ev yekemîn şûnwara Aşkaniyan e ku li Kurdistanê bi taybetî di devera Soran tê dîtin.”
Ev nivîs 210703 car hatiye xwendin.