Li Misrê kargehên mûmyakirinê hatin dîtin

Li Misrê kargehên mûmyakirinê hatin dîtin

PeyamaKurd – Li welatê Misrê li devera Sakkarayê di kolandinên arkeolojîk de kargehên herî mezin yên mûmyakirina mirov û ajalan hatin dîtin. Bi kargehên mûmyakirinan re 2 gorên nûh û hinek berhemên arkeolojîk jî hatin dîtin. Li ser keşfên nûh, wezîrê turizmê û berhemên dîrokî yê Misrê Ahmed İsa li ser bajarê Gîzayê devera Sakkarayê civîna çapemeniyê kir. Di civînê de balyozên biyanî, rêvebirên enstîtuyan, arkeolog û nûnerên medya navdewletî hebûn.

Wezîr Ahmet Îsa ragihand ku 6 sale xebatên kolandinê dewam dikin û di keşfa dawiyê de 2 kargehên herî mezin yên mûmyakirinê dîtine. Yak ji wan ji bo mûmyakirina mirovan û ya dinê ji bo mûmyakirina heywanan e.

Îsa ragihand ku wê xebat dewam bikin û dibe berhemên girîngtir jî bên dîtin.

Ev nivîs 210696 car hatiye xwendin.