Li Vîyena dibistana Kurdî hate vekirin
PeyamaKurd – Ji bo fêrkirina zimanê Kurdî li bajarê Viyena yê Awusturyayê dibistaneke bi zimanê Kurdî perwerdê dide hate vekirin.
Dibistan ji sê polan pêk tê, pola yekem ji bo zarokên 6 heta 12 salî ye, pola duyemîn ji bo xwendekarên ji 12 salî mezintir e û pola sêyem jî ji bo kesên ku dixwazin fêrî zaravayên kurdî bibin perwerdê dide.
Li dibistanê her hefte rojekê 5 demjimêran ders tên dayîn û pirtûkên dibistanê jî bi rêya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne dabînkirin.
Hate diyarkirni ku armanca vekirina dibistanê ew e ku bi vê projeyê xizmeta zimanê zikmakî bikin û zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî bikin.
Ev nivîs 210696 car hatiye xwendin.