Malpera fermî ya paytexta Swîsreyê êdî bi Kurdî ye

Malpera fermî ya paytexta Swîsreyê êdî bi Kurdî ye

PeyamaKurd – Malpera fermî ya paytexta Swisre Bernê, 3 zimanên nû li malpera xwe zêde kir.

Bajarê Bernê niha bi 15 zimanan agahiyan dide xelkê bajarê ku bi nûkirina malperê re, 3 zimanên Rûsî, Ukraynî û Kurdî lê hate zêde kirin û hejmara zimanan gihîşt 19an.

Birêveberiya Perwerde, Karûbarên Civakî û Werzişê ya Bajarê Bernê ragihand ku 3 zimanên nû li malpera fermî ya bajêr hatine zêdekirin û ew jî Rûsî, Ukraynî û Kurdî ne.

Bi vê biryarê re, êdî hemû agahdarî û zanyariyên li ser malperê bi Kurdî jî hatine amadekirin.

Li ser malpera Bajarê Bernê mijarên rojane yên kar û pîşe, dibistan û perwerdehî, qanûn, darayî û tenduristî êdî bi Kurdî jî cî digirin.

Hat zanîn ku kurdîkirina malpera bajarê Bernê bi hevkar û hewldanên sê komleyên çandî yên Kurdî pêk hatiye.

Ev nivîs 210731 car hatiye xwendin.