Nivîskar Jon Fosse Nobela Edebiyatê wergirt
PeyamaKurd – Akademiya Qraltiya Swêdê ya Nobelê eşkerekirina xelatên Nobelê yên sala 2023yan berdewam dike.
Akademiya Nobelê îro 5ê Cotmehê ragihand ku nivîskarê Norwêcî Jon Fosse hêjayê xelata Nobela Edebîyatê ya 2023yan hatiye dîtin.
Di civîna akademiyê de hate diyarkirin ku Fosse bi şanonivîs û metnên xwe tiştên nayên gotin anîne ziman û yek ji nivîskarê herî zêde lîstikên wî yên şanoyê hatine pêşandan e.
Jon Fosse sala 1959an li bajarê Haugesund ê Norwêcê hatiye dinê û li Zanîngeha Bergenê beşa Edebiyata berawirdî xwendiye. Yekem romana Fosse Sala 1983yan bi navê “Raudt, svart “ (Reş, Spî) hatiye çapkirin.
Ev nivîs 210689 car hatiye xwendin.