Pêşangeha Ayşe Karacadag, li Keliha Zerzewanê tê pêşandan
PeyamaKurd- Hunermenda Kurd Ayşe Karacadag, pêşangeha xwe ya wêneyan a 5emîn, li Keliha Zerzevanê ya dîrokî ya Diyarbekirê vekir.
Hunermend Karacadag, di tabloyên xwe de mîtolojî, dîrok û jiyana Kurdewarî pêşkêşî hunerhezan dike û di berhemên xwe de çîrokên mîtolojîk ên Kurdan û jiyana jinan ji nû ve şîrove dike.
Pêşangeha ku li Keliha Zerzewanê ji hunerhezan re hat pêşkêşkirin, ji 20 tabloyan pêk tê.
Karacadag li ser pêşangeha xwe axivî û got, "Armanca min ew e ku bi hunera wênesaziyê çanda Kurdan, dîroka Kurdan û mîtolojiya Kurdan nîşan bidim."
Wênesaza Kurd di berhemên xwe de bermahiyên dema borî bi perspektîfeke hunerî şîrove dike û bi rengên zindî jiyan û çîrokên Kurdan tîne hunera vê sedsalê û di danasîna tabloyên xwe de wiha got:
"Ev jî pîrevok e. Bi rastî di hunera min de tişta ku herî zêde bandorê li min dike "pîrevokî" ye. Bi rastî ew pîrevokeke gelek şîrîn e."
Pêşangeha ku di 23yê Îlonê de vebû, rojên hefteyê û dawiya hefteyê heta derengiya şevê vekirî ye û hezkiriyên hunerê dikarin serdana pêşangehê bikin.
Her wiha dihat plankirin ku pêşangeh di 30ê Îlonê de bi dawî bibe, lê ji ber eleqeya zêde ya hunerhezan, dibe ku dema wê were dirêjkirin.
Ev nivîs 210681 car hatiye xwendin.