Pirtûka ‘Nexşerêya Aştiyê’ ya li ser nêrînên Nêçîrvan Barzanî derket

Pirtûka ‘Nexşerêya Aştiyê’ ya li ser nêrînên Nêçîrvan Barzanî derket

PeyamaKurd- Pirtûka “Nexşerêya Aştiyê, Nêrînên Rexneyî yên li ser Axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî” ku ji aliyê Cewad Qadir ve hatiye amadekirin, derket.

Pirtûka “Nexşerêya Aştiyê, Nêrînên Rexneyî yên li ser Axaftinên Nêçîrvan Barzanî” li ser nêrîn û stratejiya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aramî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistan Iraqê ye.

Li gorî hat ragihandin, li Hotel Rotanayê ya Hewlêrê bernameya danasîna pirtûkê hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku pirtûka li ser nêrînên siyasî hatiye amadekirin, bi Îngilîzî hatiye nivîsandin û navê wê yê resen jî “The Roadmap To Peace, Critical Perspectivies on the Speches of President Nechirvan Barzani” ye.

Her wiha hat diyarkirin ku di pirtûkê de analîzên 12 lêkolerên pispor ên Pirsa Kurd û Iraqê yên li ser nêrînên Nêçîrvan Barzanî yên li ser aştî û çareseriyê de cih digirin.

Li gorî hat zanîn, di bernameya ku ji bo danasîna pirtûkê hat lidarxistin de nivîskar Cewad Qadir qala naveroka pirtûkê û pêvajoya amadekirinê kir û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

 “Xala hevpar a van nivîskaran a di pirtûka Nexşerêya Aştiyê de ew e ku rasterast piştgiriya nêrînên Serokê Herêma Kurdistanê yên li ser pirsa aramî û aştiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.”

Ev nivîs 210694 car hatiye xwendin.