Pirtûka Yuksel Avşar a bîranînan derket, Hulya Avşar pîroz kir

Pirtûka Yuksel Avşar a bîranînan derket, Hulya Avşar pîroz kir

PeyamaKurd – Hunermend Hulya Avşar pirtûka keçmeta xwe siyasetmedara Kurd Yuksel Avşar a bi navê "Kurdiana Dügümü – Girêka Kurdîana" ku ji weşanên Dozê der çûye belav kir û ew pîroz kir.

Avşar di parvekirina xwe ya li ser platforma X de keçmeta xwe Yuksel Avşar pîroz kir û got, “Pirtûka nû ya keçmeta min. Rêya wê vekirî be.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Yuksel Avşar bi salan di siyaseta Kurd de cî girtiye û di vê pirtûkê de jî cî daye beşek ji bîranînên xwe.

Avşar di Partiya Demkrasiya Beşdar (KADEP) de jî cîgira serokê partiyê Şerafettîn Elçî bû.

Yuksel Avşar demên berê weke jineke Kurd di siyasetê de bi awayekî çalak cî girtibû û şahidî û bîranînên xwe di vê pirtûkê de vedibêje.