Piştî 8 salan li Diyarbekirê Cejna Paskalya hat pîrozkirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê piştî 8 salên şerê xendekan ku Dêra Ermenan a li navçeya Sûrê ziyan dîtibû û hatibû girtin, cara yekem Cejna Qiyame ya Hezretî Mesîh (Paskalya) hat pîrozkirin.
Li Dêra Ermenan a Surp Gîragos ku ji nû ve hatiye restorekirin, şevê din merasîma pîrozkirina Cejna Pakalyayê birêve çû û welatiyên xirîstiyanên Ermen ên li Diyarbekirê li dêrê cejna xwe pîroz kirin.
Ermenên Diyarbekirê, piştî 8 salan bi lêdana zengilê dêrê re ayîn li dar xistin. Cemaeta Ermen li dêrê find vêxistin, dua kirin, beşên Încîlê xwendin û îlahî gotin.
Keşeyê Patrîkxaneya Ermenan a Stenbolê Der Kevrok ayîna li Surp Gîraposê birêve bir û kadeyên Paskalyayê û hêkên boyaxkirî li xelkê hatin belavkirin.
Ev nivîs 210738 car hatiye xwendin.