Pitûka “Kovara Kurdistan ( 1919-1920)” ya Seîd Veroj ji weşana Darayê derket

Pitûka “Kovara Kurdistan ( 1919-1920)” ya Seîd Veroj ji weşana Darayê derket

PeyamaKurd – Nivîskar û lêkolînerê Kurd Seîd Veroj demeke dirêje ku li ser Kovara Kurdistan ya salên 1919-1920an dixebitî, niha ji weşanxana Darayê derketiye. Her weha pirtûkeka dinê ya Seîd Veroj ya bi navê  “20. Yüzyılın Başlarında Kürd Dili Üzerine Çalışmalar (1900-1923)” jî bi zimanê Tirkî ji weşanxana Peywendê derket.

Kovara Kurdistan di salên 1919-1920an de derketiye û bi tevahî 19 jimar derketine ku di wan de nivîsên ramanî, siyasî, civakî, edebî û zanistiyê hene. Jimara yekem di 30.12.1919an de dertê û 19 jimara tên çapkirin.

Xwediyê Kovara Kurdistanê Mehmed Mihri ye. Rêvebirê giştî yê weşanê Arwasîzade Mehmed Şefiq e k udi kovarê de bi navê A. Mehmed Şefiq û Mehmed Şefiq nivîsan nivîsandiye.

Di kovarê de gelek nivîskarên navdar hene ku di nava wan de Dr. Abdullah Cewdet, Arvasîzade Mehmed Şefîq, Abdurehman Nûrsî, Bedirxanî Mehmed Osman, Berzencîzade Abdulwahîd, Berzencîzade Ahmed Arif, Ahmed Wehbî yê Xarputî, Emîn Feyzî, Erzurumlu Cano, Ekrem Cemîl Paşa, Erdelanî Dawer, Hîzanîzade Kemal Fevzî, Hurmûzyarî Azîz Bapîr, Îbn Elreşîd, Îbrahîm Baba Derwêş, Abdurrehîm Rahmî yê Hakarî, Kaka Ezîz, Kurdê Bitlîsî, Kurdê Siwêrekî, Qazîzade Mistefa Şewqî, M. Fuad, Mehmed Mîhrî, Mîrzayê Cizîrî, Memduh Selîmê Wanî, Yamulkîzade Azîz, Yamûlkîzade Mistefa, Zeyno hene.