Rojhilat | Li Hewremanê ‘Festîvala Dara Tûyê’ birêve diçe

Rojhilat | Li Hewremanê ‘Festîvala Dara Tûyê’ birêve diçe

PeyamaKurd – Li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala salane ya Dara Tûyê birêve diçe ku Dara tûyê li Hewramanê di nav bawermendên Yarsan de, xwedî pîroziyek taybet e.

Ji bo festîvalê ji gelek deveran geştiyaran serdana Hewremanê kir. Di festîvalê de hem darên tûyê têne nasandin û hem jî berhem û xwarinên herêmê têne pêşandin.

Ji Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê gelek kes berê xwe didin herêma Hewremanê û xelkê herêmê jî berhemên xwe yên demsalî nîşan didin.

Li Hewremanê bi giştî û di ola Yarsan de bi taybetî dara tûyê xwedî pîroziyeke civakî ye, kevintirîn dara tûyê ya li herêmê jî bi fermî di nav mîrateyên çandî yên Îranê de hatiye tomarkirin.

Di festîvalê de hejmarek çalakiyên hunerî û çandî, pêşangehên hunerên destan, xwarinên Kurdî û berhemên herêmî têne birêve diçin.

Festîvala Dara Tûyê ya Hewremanê bûye cihê danasîna herêmê û bazarkirina berhemên cotkar û baxçevanên herêmê.

Ev nivîs 210700 car hatiye xwendin.