Rojnamevanên Amerîkî: Aqilê çêkirî dê bandorê li rojnamevaniyê bike

Rojnamevanên Amerîkî: Aqilê çêkirî dê bandorê li rojnamevaniyê bike

PeyamaKurd- Li gorî rojnamevanên Amerîkî Bernstein û Woodward, aqilê çêkirî dikare bandoreke neyînî li rojnamegeriyê bike.

Rojnamevanên Amerîkî Carl Bernstein û Bob Woodward ,di hevpeyvîneke bi BBCyê re qala bandorên aqilê çêkirî ya li ser rojnamegeriyê kir ku di pêşerojê de heye ku bandorên gelek neyînî li vê qadê bike.

Rojnamevanan diyar kir ku aqilê çêkirî hêza herî mezin e ku pêşeroja rojnamegeriyê bi neyînî dike xetereyê û tekez kir ku geşepêdana bilez a aqailê çêkirî dê bibe sedema havêtina ji kar, binpêkirina nepenîtiyê û zêdekirina belavkirina zanyariyên nerast.

Bernstein diyar kir ku di jiyana mirovan de heqîqet bingeha her tiştî ye û got, “Pêwîst e mirov bizanibe ka çi rast e, ne ya xelet û çapemenî hêmana bingehîn e ku dê di civakê de mîsoger bike.”

Ji aliyê din ve Woodward jî destnîşan kir ku sînorên aqilê çêkirî hene û got, “Wekî mînak, ez bi telefonê bi Pentagonê re diaxivim, ji karmendên giştî re dibêjim ez dixwazim bi Serok re hevdîtinê bikim. Ew ê bi min re hevdîtinê bike yan na. Ez dikarim bersiva vê yekê bibînim. Aqilê çêkirî nikare vê yekê bike."

Ev nivîs 210691 car hatiye xwendin.