Rojnamevan Tolga Şardan şandin zîndanê
PeyamaKurd – Rojnamevan Tolga Şardan di malpera bi navê T24ê de ji ber nivîsa xwe ya di 31 ê Cotmehê de ya bi serikê “Di rapora ku MİTê di derbarê ‘darazê’ de daye serokkomariyê de, çi heye?” belav kiriye, hat binçavkirin.
Rojnamevan Tolga Şardan, bi sedema ‘belavkirina agahiyên ku xelkê şaş dike’, ji aliyê dadgeriya Sulh Cezayê ya nobedar de, biryara girtinê hat dayîn û wî şandin zîndanê.
Şardan di mala xwe ya li Ankarê de, ji aliyê hêzên asayişê de hat girtin.
Ev nivîs 210682 car hatiye xwendin.