Seydayê Cegerxwîn, di salvegera koça dawî de li Wanê hat bibîranîn

Seydayê Cegerxwîn, di salvegera koça dawî de li Wanê hat bibîranîn

PeyamaKurd- Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, di 39. salvegera koça dawî de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, bi dîwaneke helbestî hat bibîranîn.

Ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa û Kovara Destar ve dîwanek bi navê “Helbeskarekê Şoreşger Cegerxwîn” hat pergalkirin û bi beşdariya helbestvan û nivîskarên Kurd, ev dîwan bi helbestên Seydayê Cegerxwîn hat rêvebirin.

Piştî helbestên bijarte yên Cegerxwîn hatin xwendin, sînevîzyona li ser jiyana wî jî hat pêşandan.

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, sala 1903yan li gundê Hesarê yê navçeya Kercosê ji dayîk bûye.

Piştî destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê yê sala 1914an, ew û malbata xwe derbasî binxetê bajarê Amûdê bûne.

Cegerxwîn ê ku sala 1920î careke din vegeriyaye Bakurê Kurdistanê, li Diyarbekirê dest bi perwerdehiya medreseyê kiriye.

Helbestvanê Kurd ku piştî Serhildana Şêx Seîd a sala 1925an derbasî Başûrê Kurdistanê bajarê Rewandûzê bûye, piştre çûye Bexdayê.

Seydayê ku piştî Bexdayê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi cih bûye, piştî xebatên giranbûha ku radestî qada wêjeya Kurdî kiriye, di 22ê Cotmeha 1984an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kiriye.

Ev nivîs 210682 car hatiye xwendin.