Stanbêjê navdar ê Îranî ji ber straneke piştgiriya protestoyên Jîna Emînî hate binçavkirin

Stanbêjê navdar ê Îranî ji ber straneke piştgiriya protestoyên Jîna Emînî hate binçavkirin

PeyamaKurd - Stranbêjê popê yê navdar li Îranê Mehdî Yarrahî ku li dijî hîcaba bi zorê ya jinan stranek bi navê ‘Roosarîto’ (paçê te yê sergirtinê) belav kiribû û piştgirî dabû protestoyê piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin.

Hate zanîn ku piştî stran hatiye weşandin, bi demeke kurt roja duşemê Mehdî Yarrahî hatiye binçavkirin.

Malpera dadgeriya Îranê Mîzan Onlîne berî rojekê ragihand ku stranbêj ji ber ‘rabûna li ber kevneşopiya civaka Îslamê û exlaqa wê, straneke îllegal amade kiriye’ lewra jî ketiye ber lêpirsînê.

Klîba Yarrahî ji 3 deqeyan pêk tê, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê de hatiye bikaranîn û bang li jinên Îranî dike serê xwe negirin.

Ji sala borî dema serhildanên Jîna Emînî ve, heta niha gelek hunermendê Îranî ji ber piştgiriya wan protestoyan hatine girtin.

Ev nivîs 210693 car hatiye xwendin.