Swêd di Eurovisionê de bi strana Tattoo bû yekemîn

Swêd di Eurovisionê de bi strana Tattoo bû yekemîn

PeyamaKurd – Di pêşbirka 67emîn Eurovision a stranan de, welatê Swêdê bû yekemînê sala 2023yan.

Stranbêja Swêdî Loreen bi strana xwe ya bi navê Tattoo, di pêşbirka Eurovisionê ya şeva borî li bajarê Lîverpool ê Brîtanyayê hat lidarxistin de, bi 583 pûanan pileya yekemîniyê bi dest xist.

Welatê Fînlanda bi strana Cha Cha Cha ya Kaarija û bi wergirtina 526 pûanan bû duyemîn û Îsraîl jî bi strana Noa Kirel a Unicorn pileya sêyemîniyê bi dest xist.

Herwiha welatê Îtalyayê çaremînî û Norwêcê jî pileya pêncem di pêşbirka Eurovisionê de bi dest anîn.

Ev nivîs 210710 car hatiye xwendin.