Wênesazê Xarpêtî bi tabloyên serkirdeyên Kurd spasiya Herêma Kurdistanê kir

Wênesazê Xarpêtî bi tabloyên serkirdeyên Kurd spasiya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Hunermendê wênesaz Fatîh Bakir ê 36 salî ku li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê dimîne, ji ber alîkariya mexdûrên erdhejê bi pêşkeşkirina tabloyên xwe yên serkirdeyên Kurd, spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Wênesaz Fatih Bakir tabloyên çêkiribûn, bi mebesta welatê yekem ê alîkarî gihandiye ziyandîtiyên erdhejê, wekî spasî li Hewlêrê pêşkeşî rayedarên Herêma Kurdistanê kir.

Hunermend Bakir, tabloyên xwe yên serkirdeyên Kurdan ên wekî Bavê  Nemir Mele Mistefa Barzanî, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radestî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Rêveberiya Muzexaneyan kir.

Fatih Bakir li Tirkiyê hunermendê dewletê ye û xwedî şêwazeke taybet a hunera neqşandina daran û pelên zêran e.

Bakir ji Rûdawê re gotiye, “Min karên ku çêkirine ji bo spasiyê anîne. Gelek spas ji bo alîkariya we. Ez ji bo ku alîkariya li Tirkiyê kirine, bi taybetî spasiya Serokê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed, Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikim.”

Ev nivîs 210700 car hatiye xwendin.