Xaliya Hakkariya belga tescîla îşareta erdnîgariyê sitend

Xaliya Hakkariya belga tescîla îşareta erdnîgariyê sitend

PeyamaKurd – Xaliyên an ku kîlîmên bajarê Hakkariya bakûrê Kurdistanê bi serê xwe xediyên motîfên taybet û vatedarin. Li ser vê taybetmendiya xaliyên Hakkariyê, Rêxistina Patent û Marka ya Tirkiyê belgeya xaliyan ya tescîla îşareta erdnîgariyê sitend an ku li ser navê Hakkariyê hat qeydkirin.

Parêzgeha Hakkariyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku motîfên rengîn û sembolên li ser xaliyan berhemên çanda Hakkariya ye ku bi destan tên çêkirin. Her motîfekî ser kîlîm an xaliyeka Hakkariyê tê vateyekî. Parêzgeh di mijarê de weha got:

“Xaliya Hakkariya û nexşên ku li ser xaliyan tên çêkirin yên weka canbêzar, sehwanî, gulsarya, herkî, samarî, luleper, simkîbik, cilgul, gulhezar, Xalitbeg, keskener, sîne, gulçîn, gulsîwan, hevçêker motîfên Hakkariyê ne û li ser navê Hakakriyê hatine tescîlkirin. Parêzger û wekîlê şaredarê Hakkariyê İdris Akbıyık, bi desteka Ajansa Geşepêdana Rojhilat, jimara xaliyên ku li ser navê oda bazirganiyê ya Hakakriyê hatine tescîlkirin, jimara berheman giha 9 berheman.”

Ev nivîs 210721 car hatiye xwendin.