Yekîtiya Ewropayê Jîna Emînî bi 'Xelata Shakarov' xelat kir

Yekîtiya Ewropayê Jîna Emînî bi 'Xelata Shakarov' xelat kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) keça Kurd Jîna Emînî ya ku sala borî ji aliyê polîsê ehlaqê yê Îranê ve hatibû kuştin, bi ‘Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov’ xelat kir.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola li xelatkirina Jîna Emînî ragihand: "Jîna Mahsa Amînî 16ê Îlona 2022yan ji ber ku serê xwe nenixumandiye ji aliyê polîsan ve hate girtin û piştî sê rojan bi rengekî hovane hate kuştin. Ev yek bû serdemeke diyarker."

Metsola got: "Vê bûyerê tevgerek bi pêşengiya jinê da destpêkirin ku cihê xwe di dîrokê de girt. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Îranê veguherî qîrînekê ku her kesên daxwaza wekhevî, rûmet û azadiyê dikin li dora wê li hev kom bûn."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Keça Kurd Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan li Tehranê ji aliyê polîsên ehlaqê ve hatibû kuştin û piştî kuştina wê li seranserê Îranê serhildanekê dest pê kiribû.

Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov ji sala 1988an ve ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê dayîn ku xelateke naskirî ye.

Ev nivîs 210685 car hatiye xwendin.