4 jinên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Rejîma Îranê di 2 rojên dawî de, 4 aktîvîstên Kurd jin li bajarê Sine Seqizê û yê Dêhgolanê desteserkirin û ew neqlî cihên nediyar hatin kirin.
Hat ragihandin ku desteserkirina van 4 jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên vê dawiyê yên Roja Jinên Cîhanî (8ê Adarê) de pêk hatiye û li gorî çavkaniyan, sedema girtinan beşdarbûna van jinan a çalakiyên wê rojê ye.
Soma Mihemedrizayî û Baran Saidî li Sinê hatin desteserkirin
Li gorî Saziya Mafê Mirov a Hengawê, duh Duşemî 10ê Adara 2025an, Soma Mihemedrizayî, aktîvîsta Kurd (38), li cihê karê xwe yê di pasaja Elmasê ya bajarê Sinê de ji aliyê hêzên Îtila’atê rejîmê ve hat desteserkirin.
Hengawê ragihand ku di heman rojê de, aktîvîsteke din Baran Saidî, (45) li mala xwe tevî êşkenceya fizikî û bê belgeyeke hiqûqî hat desteserkirin.
Hengawê tekez kir ku ev her du çalakvan ji ber ku beşdarî çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanî de bûne, hatine desteserkirin û neqlî ew cihên nediyar hatine kirin.
Hengawê diyar kir ku Baran Saidî berê jî di 20ê Mijdara 2022yan de di çarçoveya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibû girtin û piştî 2 mehan ji girtîgeha rejîmê ya li Sinê hatibû berdan.
Leyla Paşayî û Soheyla Muteyî jî hatin girtin
Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, duh, Duşemê, 10ê Adara 2025an, Leyla Paşayî li bajarê Seqizê û Soheyla Muteyî li bajarê Dêhgolanê ji aliyê ajanên Wezareta Îtilaatê ve bêyî biryareke hiquqî hatin desteserkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê jî diyar kir ku ev her du çalakvan ji ber çalakiyên xwe yên têkildarî Roja Jinên Cîhanî hatine hedefgirtin.
Leyla Paşayî di 23yê Îlona 2022yan de di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de hatiye girtin û piştî mehekê bi kefaletê hatiye berdan.
Soheyla Muteyî jî 2 caran di Mijdara 2023yan de di heman tevgerê de hatiye girtin, di Çileya 2024an de ji bo cezayê girtîgehê sewqî girtîgeha Sinê hatiye kirin, lê paşê bi efûyê hatiye berdan.
Her weha, di 12ê Sibata 2025an de jî ji ber beşdarbûna greva giştî ya li dijî bidarvekirina Pexşan Ezîziyê û Werîşe Miradiyê heta çend saetan hatiye binçavkirin.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




