Asayîsa Rojava: 3 çekdarên DAISê tevî çekên wan hatin girtin

Asayîsa Rojava: 3 çekdarên DAISê tevî çekên wan hatin girtin

PeyamaKurd- Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê (HAT) û Dezgeha Ewlehiya Giştî berbanga 6ê Mijdarê operasyoneke bi bandor li gundewarê bakurê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon piştî şopandina tevgera endamên şaneyê hate destpêkirin û hate gotin, "Operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên têkbirina şaneyên rêxistinî û zuhakirina jêderên terorê li herêmê de pêk hat. Hêzên me piştî şopandineke bi baldar a tevgerên şaneya terorîst, bi ser cihên wan de girt û bêyî ku zirar li endamên me were cihên şaneyê kontrol kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyonê de 3 çekdarên şaneyên DAIŞê hatin destgîrkirin û miqdarek çek, belge, alavên peywendiyan hatine desteserkirin.

Herwiha hate diyarkirin ku wan dest bi lêkolînan kirine, piştre dê kesên hatine girtin sewqî dozgeriyê bikin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.