Balyozê Nû yê Îmaratê li Iraqê silavên taybet ên Serokê Îmaratê gehand Serok Barzanî

Balyozê Nû yê Îmaratê li Iraqê silavên taybet ên Serokê Îmaratê gehand Serok Barzanî

PeyamaKurd – Îro 04.12.2024an, li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Nû yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmaratê) yê li Iraqê Ebdula Meter El Mezru kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Nû yê Îmaratê yê li Iraqê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî nişan da û silavên taybet ên Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayd Al Nehyan gehande Serok Barzanî. Herweha ji ber bidestanîna seqamgirî û hewl û tekoşîna ji bo vejîn û avadaniyê pesnê gelê Kurdistan û hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê da.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî bi germî bixêrhatina Balyozê Îmaratê yê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Serok Barzanî fikr û coşa rêveberiya Îmaratê ya ji bo avadanî û geşepêdana welat wek mînak pênase kir û behsa dostanî û nêzîkbûna di navbera gelê Kurdistan û gel û rêveberiya dewleta Îmaratê de kir û daxwaz kir ev peywendî û dostaniya di navbera her du aliyan de kûrtir û berfirehtir bibe.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.