Civîna şanda Partiya DEMê bi Erdogan re îro ye

PeyamaKurd - Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) îro wê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Şanda Partiya DEM îro (Duşem, 7ê Tîrmeha 2025an) saet 15:00an de wê bi Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Li gorî nûçeyan, gavên bêçekkirina PKKê û nexşerêya komîsyona ku tê plankirin ku li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) derbarê pêvajoyê de were avakirin wê di civînê de werin nîqaşkirin.
Wekî civîna yekem a 10ê Nîsanê, tê gotin ku Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Partiya Edalet û Geşepêdanê (AK Partî) Efkan Ala wê di civîna îro de amade bin.
Her çend tê payîn ku Mithat Sancar wê li şûna Sirri Sureyya Onder ê mirî di şanda Partiya DEM de bigire jî, hate destnîşankirin ku Erdogan wê Sancar û Pervîn Buldan li Beştepeyê pêşwazî bike.
Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê, piştî têkiliya yekem a di meha Nîsanê de, cara duyemîn wê bi Serokkomar Erdogan re li ser maseyê rûne.





