Destûra DEMê nehat dayîn ku li Wanê daxuyaniyê bide

Destûra DEMê nehat dayîn ku li Wanê daxuyaniyê bide

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şûna hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan kir û li şûna wî Waliyê Wanê Ozan Balci dest bi kar kir.

Heyeta ku ji Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê yên Wanê Abdullah Zeydan, Neslîhan Şedal, Cîgira Seroka Koma DEMê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên DEMê û serokên bajar û navçeyan pêk dihat, piştî tayînkirina qeyûm xwest li Kolana Cumhuriyetê daxuyaniyê bidin, lê li Kolana Hunerê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û gelek kes binçav kirin.

Ji aliyê din ve rêxistina DEMê ya Wanê ragihand ku ew dê saet 17:00an li Parka Feqiyê Teyran bicivin û banga beşdariyê kir.

Her weha hat diyarkirin ku heta niha tevî 5 rojnamegeran 127 kes hatine binçavkirin.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.