Dihok | Di encama topbaranê de welatiyekî Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Di encama topbarana gundê Hirorê yê bi ser navçeya Amêdiyê yê Dihokê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku li herêma Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê li nêzî gundê Hirorê, ji ber topbaranê gundiyekî jiyana xwe ji dest daye. Hate zanîn ku gundiyê ku jiyana xwe ji dest daye Sabah Abdulstar ê 45 salî ye û ji Gundê Qumriyê ye.
Mixtarê Gundê Qumriyê, Omer Qumrî ji Rûdawê re gotiye ku 3 welatiyên gundê wan li derdora gundê Hirorê ketine ber topbaranê. Mixtar daye zanîn ku bûyer nû ye û ji ber ewlehiyê negihiştine herêma hatiye topbarankirin.
Mixtarê gund aniye ziman ku ji ber li herêmê hem hêzên artêşa tirkan (TSK) û hem jî yên PKKyê hene, ew nizanin bê ji aliyê kê ve top hatine avêtin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.