HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN | Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya dengdanê dest pê kir

HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN | Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya dengdanê dest pê kir

PeyamaKurd- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya dengdanê ya ji bo hilbijartina şaredarî, encûmena şaredariyan û muxtarên tax û gundan dest pê kir.

Hilbijêr bi destpêkirina dema dengdanê re ji serê sibê ve dest bi çûna navendên diyarkirî yên hilbijartinê kirin û li ser sindoqan dengên xwe didin.

Di hilbijartinên şaredariyan de ji 61 milyonan zêdetir welatî wê li 208 hezar sindoqan ji bo namzedên serbixwe û 34 partiyên siyasî dengên xwe bikar bînin.

Bajarên bakurê Kurdistanê jî di nav de li 32 bajaran, wê proseya dengdanê di navbera saetên 07:00-16:00an de, li bajarên din jî di navbera 08:00-17:00an de birêve biçe .

Piştî bidawîbûna dengdanê bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) wê qedexeya weşanê bê rakirin û  weşanên encamên destpêkê yên hilbijartinan eşkere bibin.

Ev nivîs 170794 car hatiye xwendin.