Ji bo ku şewata li Licê ji hewa ve bê vemirandin daxwaz hat kirin

PeyamaKurd – Ji bo vemirandina şewata daristanê ya ku li deverên bejahî yên navçeyên Xanî û Lice yên Dîyarbekirê derketiye, şerê hewayî û bejayî berdewam dike. Şaredariya Bajarê Mezin hemû tîmên xwe seferber kiriye.
Li baxçeyên berûyan ên gundê Gomeç ê navçeya Hênê ya Diyarbekirê û gundê Ziyaretê yê navçeya Licê, derdora saet 14:00an de agir derket.
30 personel û 5 kamyonên avê ji Rêveberiya Rêveberiya Daristanan û agirkujiyên hin şaredariyan mudaxeleyî agir kirin.
Lê tevî ku li ser medyayê daxwaza midaxeleya vemirandina hewayî hat kirin jî ev daxwaz pêk nehat û Wezareta Cotkariyê ya Tirkiyeyê balafirên vemirandinê ranekin.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




