Keçeke Êzidî piştî 11 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

PeyamaKurd – Ofîsa Karûbarên Rewendiyan a Herêma Kurdistanê, îro Şemiyê ragihand ku keçeke Êzidî piştî 11 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.
Rêveberê ofîsê Husên Qaidî ragihand ku ew keç ji Şengalê ye, li welatekî cîran bû û îro ji aliyê ofîsa taybet a Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin û got:
“Hewldanên ji bo rizgarkirina dîlên mayî yên di destê grûba tundrew de berdewam in” û da zanîn ku heta niha agahî ji 3 hezar û 585 kesan nayê wergirtin ku hatine revandin ji 200 kesan zêdetir kesên hatine revandin jî nenas in.
Hêjayî gotinê ye, Rêveberê Giştî yê Tiba Edlî Zeyd Elî Ebas jî ragihand ku Iraqê termên 32 qurbaniyên Êzidî radestî malbatên wan kirine.
Di 3yê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê Şengal dagîr kiribû. Li gorî amaran, nêzîkî hezar û 290 sivîlên êzîdî hatine kuştin û ji wê demê heta niha jî zêdetirî 70 gorên komî û gelek gorên takekesî li Şengalê hatine dîtin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




